Agirê Newrozê Anadolûya Navîn gerim kir
Agirê Newrozê Anadolûya Navîn gerim kir
Agirê Newrozê Anadolûya Navîn gerim kir
Li Enqere, Kirşehîr, Eskîşehîr û Konyayê bi deh hezaran kesan agirê Newrozê hilkir û govend girtin. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Newroza 21'ê Adarê de li Amedê bangek girîng. Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik jî diyar kir ku, li ber dibistana Ocalan lê xwendî ew silavan ji Ocalan re dişînin.
ENQERE
Rêxistina BDP'ê ya Enqere li Parqa Kurtuluşê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Welatiyên li kolana Torosê hatin cem hev hev heta Qada Kolejê meşiyan. Di meşê de ligel BDP'iyan partiyên din ên siyasî û rêxistinên kedê jî tevlî bûn. Di meşê de pankarta "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" hate vekirin. Jin bi kincên xwe yên gelerî tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo", "Be serok jiyan na be", "PKK gele gel li vire", "Bijî Newroz" û "Newroz pîroz be" hatin qîr kirin. Di pîrozbahiyê de pankratên "Agire Newrozê bi berxwedana Rojava bilind dibe" û "Newroz pîroz be" hate vekirin.
Piştî meşê bi hezaran kes piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Girseyê bi dehol û zurneyan li Qada Kolejê pîrozbahiyê li dar xistin. Piştî rêzgirtinê dayîkên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin. Li ser navê komîteya amadekar Meral Vuranok axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Enqere Ahmet Aday jî Newroz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik jî diyar kir ku, li vê qadê şoreşger çûn dibistanê û li hemberî zilmê bûn yek û ji wan yek jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Em ji vir li ber dibistana Birêz Ocalan lê xwendî silavan ji Ocalan re dişînin. Me berê hikûmet hişyar kir. Werin biaxivin. Pirsgirêk dê bi muzakereyê bê çareserkirin. Herin bi Îmraliyê re biaxivin. Lê dema me ev yek digot, em rastî êrîşan dihatin. Îro bi Birêz Ocalan re hevdîtin tê kirin."
Piştî axaftinan stranên kurdî, tirkî û lazî hatin gotin û mitîng bi dawî bû.
KIRŞEHÎR
Li Kirşehîrê ji li qada vala ya li ber Stadyûma Ahî Newroz hate pîrozkirin. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi kincên xwe yên gelerî tevlî Newrozê bûn. Piştî lêgerînê welatî ketin qadê. Li qadê slogana "Bijî serok Apo" hate berkirin û sirûda "Çerxa Şoreşe" hate xwendin. Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Yuksel Mutlu axivî û diyar kir ku, ew piştgiriyê didin pêvajoya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate destpêkirin. Piştî axaftinê welatiyan bi stranan govend girtin û Newroz pîroz kirin.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê jî li Yenîkentê mitîng pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Eskîşehîrê Îzzettîn Altun, Endama MYK'ê ya BDP'ê Gulçîn Îsberk, ESP, EMEP û HDK'ê bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatî piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Welatiyan li qada Newrozê agir hilkirin û slogan qêriyan. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eskîşehîrê Îzzettîn Altun diyar kir ku, ew di pêvajoyekî gelek girîng de derbas dibin. Endama MYK'ê ya BDP'ê Gulçîn Îsberk jî diyar kir ku Newroz sala 2013'an dê bibe çareseriya Newrozê.
KONYA
Li Konyayê jî pîrozbahiya Newrozê li Pazaryeriya taxa Fatîh Işiklarê pêk hat. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan, rêveberên BDP'ê û zêdehî 7 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî lêgerînê welatî ketin qadê. Li qadê pankartên "Ji bo jiyanekî azadîxwaz, demokratîk û statû" û "An azadî an azadî" hatin daliqandin. Welatiyan sloganên "Silav silav ji Îmraliyê hezar silav" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê bajar Haci Mehmet Bozlak axatinekî kin kir û diyar kir ku Newroz ji bo wan gelek girînge. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku, wê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re anîne. Di vê demê de girseyê slogana "Bijî Serok Apo" bilind kir. Buldan anî ziman ku pêvajoya dest pê kir gelek girîng e û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê ya ji destê wî tê dike. Peyama Ocalan a girîng dê di 21'ê Newrozê de li Amedê bê dayîn. Em dixwazin gelê Kurd di 21'ê Adarê de li Amedê be."
Piştî axaftinan agirê Newrozê ji aliyê Buldan û Bozlak ve hate hilkirin.