Biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê bi yekdengiyê hate girtin. Bi pêşniyara Rûsyayê re komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê tevlî vê pêvajoya agirbestê nehatin kirin. Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyan kir ku ji bo mehekê şer bisekinînin. YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li gorî agirbestê tevbigere.
TIRKIYE AGIRBESTÊ TÊK DIBE
Lê belê Tirkiyeyê îdîa kir ku ev biryar ne der barê wê de ye û hê bêhtir şîdet û terorê kir. Halbûkî rayedarên Neteweyên Yekbûyî dan xuyakirin ku Efrîn jî di nava biryarê de heye. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji Karên Îsanî Berpirsyar Mark Lowcock diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên wan amade ne ku rojên bê alîkariya însanî bişînin ji Xûta Rojhilat, Rûkban û Efrînê û tevahiya herêmên li Sûriyeyê hatine dorpêçkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê 20'ê Çileyê dest pê kiribûn. Ji ber van êrîşan heta niha nêzî 200 sivîl mirine. Piraniya wan jî jin û zarok in.
ÊRÎŞ Û KUŞTINA MIROVAN LI XÛTA ROJHILAT DEWAM DIKIN
Rejîma Sûriyeyê jî da xuyakirin ku dema êrîş nehat kirin, ew ê jî li gorî biryarê tevbigerin. Rejîma Îranê jî diyar kir ku operasyonên li Xûta Rojhilat ên li dijî 'komên terorîst' wê bidome. Tevî agirbestê li gelek herêmên Sûriyeyê êrîş tên kirin û mirov tên kuştin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres kêfxweşiya xwe ya ji ber biryarê anî ziman û got, "Li bendê me ku biryar tavilê bi cih were anîn." Li gorî vê biryara agirbestê, wê alîkariay însanî ji herêmê re bên şandin û mirovên birîndar û nexweş rakin nexweşxaneyê. Gûterres got, "Biryarên Konseya Ewlekariyê dema ku bi cih hatin, bi wate ne. (...) Bi taybetî li Xûta Rojhilat wextê me nîne ku em rawestin. Dem hatiye ku em dawî li vê dojeha li ser rûyê erdê bînin."
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, roja Duşemê ji ber êrîşên hewayî û roketan ên rejîmê li Xûta Rojhilat herî kêm 10 kes mirin.
DURÛTIYA MACRON Û MERKEL
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel piştî dayina biryarê bang li Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kirin ku ji bo bicihanîna agirbestê zextê li rejîma Şamê bike. Macron û Merkel bi hesasiyeteke mezin, der barê hevkarê xwe yê li NATO'yê Erdogan de gotineke bi tenê jî negotin.
Ti ji agirbestên ku Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî jê re pêşengî kirin, li Sûriyeyê bi cih nehatin. Hewldanên ji bo çareseriyê yên li Cenevreyê hatin kirin jî bi heman rengî bê encam man. Di hemû hewldanan de, kiryarên hilweşîner û komkujiyê yên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin dîtin.