AGÎF: Ji bo sekinandina kujerê Qesrê careke din dengê me ji HDP'ê re

AGÎF'ê li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê banga berxwedanê kir û ji koçberan xwest ku di 1'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê.

Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) nerazîbûneke tund nîşanî konsepta şer a AKP'ê da û bang li gelan kir ku deng bidin HDP'ê.

Di daxuyaniya nivîskî ya AGÎF'ê de hat ragihandin, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hiqûqa şer binpê kirine û sivîlan hedef digirin. AGÎF'ê diyar kir ku AKP, ji bo dengê nîjadperestan werbigire Kurdistan veguherandiye gola xwînê û nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê û otobusên diçin Kurdistanê, da.

AGÎF'ê got, "Erdogan û AKP a faşîst ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, Kurdistan û Tirkiye anîne vê nuqteyê" û da zanîn ku ESP û SGDF ji ber li dijî vê li ber xwe didin, rastî serdegirtinên polîsan hatine. 

'GIRÎNG E KOÇBER CAREKE DIN DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan ê armanca wî ya yekane; bi wergirtina 400 parlamenteran re bûyîna serok e û hevkarên wî yên sûc, wê rojekê hesap bidin gelan û hat gotin, "Em bi hemû hêza xwe destekê didin HDP'ê û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bang li hemû koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên xwedî mafê dengdayînê ne dikin, ku dengê xwe bidin aştî û biratiyê. Yekane rêya sekinandina kujerê Qesrê û dûvikên wî, bilindkirina ala aştî, biratî û wekheviyê ye."

Di dewama daxuyaniyê de banga protestokirina Erdogan ê faşîst û şebekeya wî ya sûc, hat kirin.