AGÎF'ê dest bi xebatên ji bo 1'ê Mijdarê kir

Hevserokê AGÎF'ê Dûman got, "Di 7'ê Hezîranê de dengên ji derveyî welat roleke girîng di serketina HDP'ê de lîst. Ji îro û pê ve em ê kêmtir razên, lê em ê ti carî nehêlin faşîzm li erdnîgariya me bi ser bikeve."

Endamên Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dest bi kar kirin.

Di civîna amadekariyê ya li Komeleya Piştgirî û Dostaniya Enternasyonal a li Frankfûrtê de, endamên AGÎF'ê yên ji bajarên Frankfûrt, Hanaû, Wîesbaden, Hochtaûnûskreîs û Morfeldê amade bûn.

Hevserokê AGÎF'ê Mesût Dûman li civînê peyivî û got, "Li dijî şerê AKP'ê yê nekarî xwe li serketina 7'ê Hezîranê rabigire, em ê bi hev re HDP'ê biparêzin. Yê li hemberî me tarîtî û paşverûtiyê temsîl dike. Em aşît, biratî û azadiyê temsîl dikin. Heta ku em bi hev re tevbigerin, wê ti hêz nikaribe me têk bibe."

Dûman bal kişand ser girîngiya dengên li derveyî welat di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de werin bikaranîn û got, "Em çiqasî serketî bin jin ê ewqasî kêm bên qetilkirin, em çiqasî serketî bin wê karker kêm bimirin, ciwan wê xwedî li pêşeroja xwe derkevin, bawerî kêm rastî zextan bê û gelên bindest wê bigihêjin mafên xwe."

Dûman bibîr xist ku dengên li derveyî welat di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hatin bikaranîn, di serketina siyasî ya HDP'ê de roleke girîng lîstine û got, "Ji îro û pê ve divê em hêza xwe, enerjiya xwe û keda xwe bi du qatan zêde bikin. Pêwîste em hîn bêhtir kedê bidin. Dibe ku em ê kêmtir razên, lê belê divê em ti carî destûrê nedin ku faşîzm li erdnîgariya me bi ser bikeve."

Dûman destnîşan kir ku AGÎF wê bi hemû hêza xwe di nava xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih bigire û got, "Em bawerin ku em ê encama li bendê ne bi dest bixin."

QEYDA HILBIJÊRAN HETA 10'Ê ÎLONÊ YE

Endamên AGÎF'ê di dewama civînê de, ji bo dengdayîna 8'ê Cotmehê û pêvajoya qeydkirina hilbijêran heta 10'ê Îlonê xebatên xwe yên werin meşandin plan kirin. Endamên AGÎF'ê ragihandin ku ew ê yek bi yek bi koçberan re têkiliyê deynin, malan ziyaret bikin û qeydan kontrol bikin. Her wiha ji bo birin û anîna hilbijêran ji bo dengdayînê, wezîfedar û muşahîdên li ser sindoqan, plansaziyek hat derxistin.