Agahiyên nû yên li ser rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de ne
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa karasû, li ser karê ajankirinê yê AKP'ê û rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, agahiyên girîng da.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa karasû, li ser karê ajankirinê yê AKP'ê û rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, agahiyên girîng da.
Mûstafa Karasû da xuyakirin ku du rayedarên MÎT'ê yên ji herêma Botanê û derdora wê berpirsyar, par hatine girtin. Li ser nasnameya du rêveberên MÎT'ê yên meha Tebaxê hatin girtin jî agahiyên nû da.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di gotara xwe ya bi sernavê "Êrîşa ajankirinê" de ku li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin, agahiyên girîng da.
Karasû da xuyakirin ku faşîzma AKP'ê her ku li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tengav dibe, serî li rêbazên qirêj ên şer dide û got, "Dijminên Kurdan li dora xwe dicivîne û bi vî rengî dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike. Lê belê ti ji êrîşên wan bi ser nakevin. Ji ber ku bi ser nakevin bi rê û rêbazên nû yên gemarî êrîşî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin. Yek ji van rêbazên dema dawî jî ew e, ku zextê li hin siyasetmedarên Kurd, endamên saziyên civaka sivîl û rêxistinên civaka demokratîk dikin, digirin binê çavan û sîxuriyê li ser wan ferz dkin. Desthilatdariya AKP'ê ajankirinê weke amûreke êrîşê li dijî gelê Kurd bi kar tîne.
Ev êrîş û zext ku li siyasetmedarê Kurd Mûsa Farisogûllari hate kirin, berfireh bûye. Bi daxuyaniya siyasetmedarê Kurd Farisogûllari ev rewş hatiye hînbûn. Bêguman ev zext û ferzkirin bi êşkence, şantaj û gefxwarinê tên kirin. Ji ber ku ji bo Kurdan yek ji tiştên herî nebaş ew e ku sîxur û nokerê dewletê be."
Mûstafa Karasû anî ziman ku zexta ajankirinê nêrîna desthilatdariya AKP'ê ya li Kurdan radixe pêş çavan û wiha dewam kir: "Kurdan weke civakeke xwedî îrade nabîne. Ji xwe Kurdan mîna mirovan jî nabîne. Ji ber vê yekê, ji bo îradeya Kurdan bişikîne serî li her rê û rêbazê dide."
Karasû destnîşan kir, desthilatdariya AKP'ê ku di nava civaka Kurd de marjînal bûye, dijminatiya xwe ya li Kurdan zêde dike û got, "Lewma polîtîkaya ajankirinê dimeşîne ku ev yek heqaret û êrîşa herî mezin a li civaka Kurd e. Zexta sîxuriyê beriya her tiştî heqaret û êrîşa li şexsê li ser tê ferzkirin e. Mirovê sîxurtiyê dike, êdî li derveyî civakê ye. Bi gotina Ewropiyan, deklase ye. Ajan êdî mirov nîne. Bûye amûrek ku ji aliyê hinekan ve tê bikaranîn. Ji ber vê yekê kesayetiya xwe nîne."
Karasû da zanîn ku bi zexta sîxurkirinê re dixwazin civakê birizînin û destnîşan kir ku di nava civakekê de ajan çiqasî zêde be, rizandin jî ewqasî zêde ye. Karasû diyar kir ku ev êrîş ne tenê li dijî şexs e, li dijî tevahiya civaka Kurd e.
Karasû di dewama nivîsa xwe de ragihand ku çend ji serokên daîreyên MÎT'ê yên li dijî PKK'ê, bi operasyonên mîna fîlman hatine girtin û got, "2 rayedarên MÎT'ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji herêma Botanê û derdora wê berpirsyar bûn hatin girtin. Di Tebaxa bihurî de jî berpirsyarekî daîreya ku bi karên li nava PKK'ê re mijûl e û berpirsyarekî bi karên PKK'ê yên li derveyî welat mijûl e, bi operasyonekê hatin girtin. MÎT kete defikeke welê, derbeke welê xwar ku yên hatin girtin ne tenê berpirsyarên MÎT'ê ne, Tayyîp Erdogan e. Herhal desthilatdariya AKP'ê piştî girtina van berpirsyaran ketiye nava gumana deşîfrebûna hemû ajanên xwe û hewl daye ajanên nû ji xwe re peyda bike. Hem weke rêbazeke êrîşê li dijî gelê Kurd hewl dide mirovan bike ajan, hem jî bawer e ku hemû ajanên wê deşîfre bûne û neçar e ajanên nû bibîne.
Li hemberî vê êrîşa giran û namerdî ya li dijî gelê Kurd, bêguman wê gelê Kurd helwestekê nîşan bide. Beriya her tiştî, bi vê nêzîkatiyê re baştir tê dîtin ku desthilatdariya AKP'ê xwedî karakterekî dijminatiya li Kurdan e. Ji xwe ev 2-3 sal in rûyê wan ê dijminatiya li Kurdan derketiye holê. Niha jî bi ajankirinê re ev rûyê qirêj bêhtir bi zelalî xuya dike. Divê sîxurkirin weke êrîşeke qirkirinê were dîtin û li her derê mirov li ber vê rabe û li ber xwe bide. Çi li kolanan, çi di binê çavan de divê were dîtin ku ev ferzkirin qedandina mirovan e û kuştine, lewma bê redkirin."
Mûstafa Karasû destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê çeteyeke dijminê Kurdan e û got, "Rêxistineke îstîxbaratê ye ku li dijî gelê Kurd li dû komployan e. AKP veguheriye MÎT'ê ku aktorê bingehîn ê polîtîkaya qirkirina Kurdan e. AKP partiyek nîne, ew rêxistineke îstîxbaratê ye, organekî şerê taybet e ku dijminê Kurdan e. Lazim e Kurd hemû vê rastiyê bibîne."
Karasû got, "Bila desthilatdariya AKP'ê zanibe ku gelê Kurd bê xwedî nîne. Wê bersiva pêwîst bide her şêwe êrîşan." Karasû diyar kir ku Tayyîp Erdogan û yê li ber destê wî Soysûz çiqasî diqîrin bila biqîrin wê li pêşberî hêza azadiyê ya gel bieciqin.