Agahî ji xwendekarên ku di çalakiya ‘hikumet îstîfa’ de hatin destgirkirin nayê girtin

Agahî ji xwendekarê bi navê Sureyya Bey ku di dema çalakiya taxa 100. Yil a Enqerê ya li hemberî bilindbûna nirxa pereyên biyanî protesto dikir û bi derbkirinê hatibû destgirkirin nayê girtin.

Agahî ji xwendekarê bi navê Sureyya Bey yê ku li Taxa 100. Yil a girêdayî navçeya Çankaya ya Enqerê ye û bi sedema protestokirina bilindbûna nirxê pereyên biyanî li beramber TL’ê tevlî çalakiyê bibû û ji aliyê polîsan ve bi derpkirinê hatibû destgirkirin nayê girtin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ya Enqere (ÇHD) ji bo xwendekar Sureyya Bey li hesabê xwe yê Twîtterê ev daxuyanî parvekir; “Em agahî jî muwekilê xwe yê ku di çalakiya protestoyî ya li Taxa 100. Yil a Enqerê pêkhatî û hatibûn destgirkirin nagirin. Polîs dibêje destgirkirin pêknehatine. Yên ku hatine destgirkirin bila demildest serbest werin berdan.