Agahî ji girtiyên hatine sirgûnkirin nayê girtin
Ev du meh in agahî ji girtiyên ji Îzmîrê sirgûnî Bolûyê hatin kirin, nayê girtin.
Ev du meh in agahî ji girtiyên ji Îzmîrê sirgûnî Bolûyê hatin kirin, nayê girtin.
Girtiyên ku zexta li wan dihate kirin qebûl nekirin, beriya du mehan ji girtîgehên Şakran û Kiriklar ên Îzmîrê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê hatibûn kirin û ji hingî ve ti agahî ji wan nayê girtin. Malbat herî dawî du meh berê çûn Bolûyê ji bo hevdîtinê û diyar kirin ku ji hingî ve nikarin hevdîtinê bi girtiyan re bikin. Xizmên 26 girtiyên hatin sirgûnkirin gotin, ji ber qededexeya hevdîtina girtî, vekirî û axaftina bi telefonê nikarin xwe bigihînin wan.
Hin ji malbatan gotin, "Em du meh in em zarokên xwe agahiyê nagirin. Herî dawî di cejnê de em çûn hevdîtinê. Ji ber ku zext qebûl nekirin, hatin sirgûnkirin. Niha jî ji ber ku zextê qebûl nakin, li cihê hatine sirgûnkirin qedexeya hevdîtinê dane wan. Ne dikarin derkevin hevdîtina girtî ne jî ya vekirî. Axaftina bi telefonê jî li wan hatiye qedexekirin. Em nizanin bê rewşa wan çawaye."
Xizmên girtiyan ji rewşa zarokên xwe bi fikar in û bang li raya giştî kirin.