AGÎT PA: Beriya hilbijartinê divê destgîrkirin bi dawî bibe

AGÎT PA nerazîbûn nîşanî destgîrkirin û girtinan diyar kir ku beriya hilbijartinê divê destgîrkirin û girtin werin bidawîkirin.

Komîteya Mafên Mirovan a Meclîsa Parlementerên Teşkîlata Ewlehî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (AGÎT PA) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina 300 kesan da yên ku endamên HDP’ê jî di nav wan de hene.

Daxuyanî ji aliyê Seroka Margareta Kîener Nellen (Parlementera Parlementoya Ewrûpayê, Swîsre), Alîkarê Serok Mîchale Georg Lînk (Parlementerê Parlementoya Ewrûpayê, Elmanya) û raportor Kyrîakos Hadjîyîannî (Parlementerê Parlementoya Ewrûpayê, Kibris) hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li Tirkiyeyê divê zext û destgîrkirina li ser kesên mûxalîf were bidawîkirin. Gelekî girîng e ku di sala pêş me de partî û namzetên wan di hilbijartinan de karibin fikrên xwe diyar bikin. Li Tirkiyeyê divê hedefkirina  kesên mûxalîf de sûîstîmal nayê kirin. Li gelek şaredariyan ji dêvila şaredaran qeyyûm hene. Vê binpêkirina li ser îradeya hilbijêran nayê qebûlkirin. Li gorî zagonan kesên ku bi dengdanê hatine ser kar, heta ku dema wan a peywirê biqede, divê li ser peywira xwe bin. Di rewşeke neyînî de li gorî prosedurên parlementeriya demokratîk û destûra bingehîn di çarçoveya qanûnan de peywira wan tê bidawîkirin.”