ADGB: Hewce ye em êrîşa li Colemêrgê berteref bikin

ADGB'yê li hemberî xespkirina Şaredariya Colemêrgê nerazîbûna xwe nîşan da û got: ‘’Em bang li hemû sazî û rêxistinan dikin ku li hemberî êrîşa li Colemêrgê helwesta xwe nîşan bidin.’’

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li hemberî xespkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek da û ev yek anî ziman: ‘’Desthilatdariya  AKP û MHP'yê ya faşîst bi kiryarên xwe yên derqanûnî normên demokratîk û îradeya demokratîk nas nake û îradeya gel binpê dike.’’

ADGB’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’yê yên li dijî îradeya gelê Kurd û ev yek anîn ziman: ‘’Nabe ku em li hemberî vê  êrîşkariya desthilatdariya AKP û MHP'yê ku bi polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirinê gihaye asta nasnekirina îradeya gelê Kurd, bêdeng bimînin. Em weke ADGB’yê vê êrîşa li dijî îradeya gelê Kurd şermezar dikin û ji bo berterefkirina vê êrîşê û pêşîlêgirtina êrîşên nû em bang li hemû sazî û rêxistinên demokratîk dikin ku helwesta xwe nîşan bidin.’’