Adalet Kaya: Em ê hîn bi xurtî bimeşin

Adalet Kaya anî ziman ku Doza Kûmpasê ya Kobanê dozeke tolhildanê ye û got, "Rêya xwegihandina li demokrasî û azadiyê zehmet e. Em bi biryar in ku hîn bi xurtî li ser vê rêyê bimeşin."

DOZA KOBANÊ

Parlamentera AMedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hiqûq nîne, pîvanên hiqûqê tine hatine hesibandin û got, hate dîtin bê Kurd bi feraseteke çawa ya mêtingeriyê hatine darizandin.

Kaya anî ziman ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê bendewariyek welê çêbû ku gelo asayîbûn dikare pêk were, bêhn dikare bê ber civakê yan na û got, "Me texmîn dikir ku wê polîtîkayên zext, operasyon û tinehesibandinê dewam bikin. Me texmîn dikir ku di vê dozê de dikarin cezayê girtîgehê bibirin. Dîsa jî ji bo carekê jî be bendewariyek hiqûqî hebû, lê belê dîsa xwe şaş nekirin û veguherî doza hilanîna tolê ji gelê Kurd."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA MÊTINGERIYÊ

Kaya bi bîr xist ku ti siyasetmedarî di nava ti şert û mercî de serî netewandiye, çok dananîne û got, "Hevalên me heta dawiyê nirx û têkoşîn parastin. Jİ ber vê jî cezayên giran li wan hatin birîn. Têkoşîn ne ji bo me ne jî ji bo wan diqede. Li girtîgehê û li derve wê têkoşîna me ya li dijî vê bê hiqûqiyê, li dijî tundiya mêtingeriyê wê dewam bike."

Adalet Kaya diyar kir ku AKP a ku hêzê winda dike, dixwaze CHP'ê jî bikişîne ser heman xeta MHP'ê û got, "Siyaseta îmha û înkarê ya 100 salî dewam dike, Kurd dîsa têne tinehesibandin. Heta ku Kurd û DEM Partî muxatab neyên dîtin û pirsgirêk neyên axaftin mirov nikare qala pêvajoyeke normalbûyînê bikin. Hevalên me yên hatin berdan bi cezagirtinê hatin berdan. Ji ber vê jî mirov nikare qala tehliyeyekê yan jî azadiyê bikin. Rêya xwegihandina azadî û demokrasiyê zehmet e. Em bi biryar in ku hîn bi xurtî di vê rêyê de bimeşin. Têkoşîna me wê hîn bi xurtî dewam bike."