Açar: Birayê min xwe nekuştiye!

Birayê Mûrat Açar ê ku hate îdîakirin li Antalyayê li avahiya emniyetê xwe kuştiye got: “Min cenazeyê wî dît. Çav û rûyê wî reşûşîn bûbû.”

Malbata Mûrat Açarê ku li Antalyayê li navçeya Gazîpaşayê di kontrola rê da hatibû binçavkirin piştre hatibû îdîakirin ku xwe ji avahiya emniyetê avêtiye, cenazeyê kurê xwe wergirt. Malbatê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê wergirtin û ber bi Serêkaniyê ya Rihayê ketin rê. Wê malbat cenazeyê kurê xwe li Serêkaniyê veşêrin.

‘DI TELEFONÊ DE BEXTEWAR BÛ: NE MUMKUN E KU XWE KUŞTIBE’

Birayê wî Îlhan Araç diyar kir ku çend sal in ji birayê xwe agahiyan nastînin. Birayê wî diyar kir ku bavê wî piştî demeke dirêj bi telefonê bi Mûrat Açar re axiviye û ne mumkun e ku birayê wî xwe kuştibe, ji ber ku di telefonê de dengê wî bextewar bû.

‘RÛYÊ WÎ REŞÛŞÎN BÛBÛ’

Birayê wî diyar kir ku wî piştî otopsiyê wî cenazeyê birayê xwe dîtiye û rûyê wî reşûşîn bûye. di serê wî de 16,17 kêl hebûne lê wî nizanibûye gelo ev ji ber otopsiyê ye yan ne. Birayê wî got: “Em ê şopdarê vê meseleyê bin. Heke çi hatibe serê birayê min, li emniyetê hatiye serê wî.”