Aboriya Tirkiyeyê gumanan çêdike
Aboriya Tirkiyeyê gumanan çêdike
Aboriya Tirkiyeyê gumanan çêdike
Bankaya sermayerazandinê ya DYA Goldman Sachs, da xuyakirin ku ji ber di navbera pereyên biyanî û lireyên Tirkiyeyê de bêhevsengiyek heye di enflasyonê de ast ber bi jor ve diçe û ev jî rê li ber gumanan vedike.
Di rapora Monîtor a Enflasyonê ya bankayê de, tê destnîşankirin ku li herêmên Rojhilata Navîn Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîka asta enflasyonê ber bi jor ango pozîtîfbûnê ve diçe û nîşaneya TRIMA têkildarî dînamîkên enflasyonê dide xuyakirin ku di pêvajoya pêşiya me de ji bo Tirkiye û Rûsyayê dibe ku bibe çavkaniya gumanan.
Goldman Sachs da xuyakirin ku li Tirkiyeyê û Rûsyayê di navbera pereyên biyanî û yên welat de bêhevsengî ber bi jor ve rîskan çêdike û ji bo bankayên navendî yên Tirkiye û Rûsya polîtîkayên pereyan sist bikin derfetên wan ên zêde nîn in.
Saziya derecekirina Krediyan Fitch jî di daxuyaniya xwe ya şevê din de got ku Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê ku faîza deyndarkirina ya şevekê zêde kir dide nîşan dan ku li hemberî lîreya lewaz, enflasyona zêde û razandina sermayeyê ya paşde ketiye amade ye.