Aboriya Tirk têk diçe: Dolar û Euro rekorek din şkand
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî li pêşberî Dolar û Euro kêm dibe. Pereyê Tirk nirxê xwe winda dike. Dolar, Euro û sterlîn rekorek din şkand.
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî li pêşberî Dolar û Euro kêm dibe. Pereyê Tirk nirxê xwe winda dike. Dolar, Euro û sterlîn rekorek din şkand.
Li Tirkiyeya ku rejîma AKP-MHP’ê desthilatdar e, aboriya wê hildiweşe.
Dolar serê sibê bi 4.5923 dest pê kir û rekorek din şkand bû 4.64 lîre. Euro 5.4920 û sterlîn jî 5.2282 rekor şkandin.
Dolar piştî ku duh Wezîrê Xezineyê yê DYA Steven Mnûchîn ragihand ku bazirganiya şer a bi Çînê re rawestandine, biind bû.