Abdullah Gul: Demokrasî ne tenê hilbijartine
Abdullah Gul: Demokrasî ne tenê hilbijartine
Abdullah Gul: Demokrasî ne tenê hilbijartine
Serokomar Abdullah Gul, der barê bûyerên Parqa Gezî de got; “Demokrasî ne tenê hilbijartine. Peyamên niyeta baş hene. Tişta pêwist dê bê kirin.”
Piştî gotinên Erdogan yên wekê ‘Di hilbijartinan de ji sedî 50 ji serokomar Abdullah Gul jî daxuyaniyek wek ‘demokrastî ne tenê hilbijartine’ hat.
Gul der barê geşedanên dawî yên hatine jiyîn de wiha got: “Tirkiye di riya demokrastiyêde, welatekî ku rêbazên demokrasiyê dixebitîne ye. Welatekî ku bi meznahiya hiqûqê bawere ye. Dadgehên bilind dikare îtîrazê biryara dadgehê bikin û ji riyên îtîrazê re vekiriye. Ji ber vê jî ev rêbazana di çarçoveya standartên demokrasiyê rojava ne. Ewil divê ev bê zanîn.
Gul da zanîn ku demokrasiya Tirkiyeyê hatiye test kirin û got: “Demokrasî tenê ne hilbijartine. Xwepêşendanên aştiyê parçeyek demokrasiyê ye. Nêrîn û fikrên her kesî hêjayî rêzdariyê ye. Her kes divê xwe li welatê xwe azad hîs bike. Peyamên bi niyeta baş hatine girtin. Tişta pêwist dê bê kirin. Ji vê saetê şûnde divê her kes bi hestiyar tevbigere.”