Abdûllah Demîrbaş hevdîtinên xwe yên li DYE dewam dike

Abdûllah Demîrbaş hevdîtinên xwe yên li DYE dewam dike

Şaredarê Navçeya Sûrê ya Amedê Abdûllah Demîrbaş ji bo pêkanîna hin hevdîtinan li DYE’ê ye. Demîrbaş destpêkê beşdarî konferansek li ser mijara 'Li Tirkiyê Maf û Azadî' bû.

Moderatoriya konferansa Demîrbaş beşdar bû Profesor Zeynep Turkyilmaz kir û nûnerê BDP’ê yê Washîngtonê Mehmet Yuksel jî di panelê de amade bû.

Di konferansê de parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi rêbaza konferansa bi dîmen beşdar bû. Demîrbaş di axaftina xwe ya li konferansê de vîsyona Kurdan a ji bo Tirkiyê weke vîzyona; bingehek civakî ya xwe dispêre hurmeta hemû pêkhate, ziman, nîjad û zayendan e. Demîrbaş sekna Kurdan a di dema çalakiyên Gezî de jî nirxand û diyar kir ku dixwazin hikûmetê biguherînin lê problema sereke zîhniyeta ku dewletê diparêze nikarin bêne li gel hev. Demîrbaş li gel vêna bal kişande ser ji nû ve avakirina  hemû beşên dewletê ku hevbeşin ji bawerî, ol û nasnameya zayendî ku nunertiya wan dike bê avakirin.

Mehmet Yuksel ku di konferansê de axivî diyar kir ku kurd wê di Rojhilata Navîn ya nû de  cihê xwe bigirin û asteniyên ku dewleta Tirk li pêşiya vê yekê derdixîne, şaş in. Yuksel diyar kir ku Tirkiye wê statuya xwe ya heyî jî winda bike.