ABDEM ji bo mîtînga Dusseldorf banga seferbertiyê kir

ABDEM ji bo mîtînga Dusseldorf banga seferbertiyê kir

Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropa (ABDEM), ji bo meşa navendî ya wê 11’ê Cotmehê li Dusselfort li hember êrîşên çeteyên DAIŞ bê lidarxistin banga seferbertiyê kir.  

ABDEM got, “Em bibin bi dehhezaran, sedhezaran û bi milyonan dilê xwe bi dilê şervanên YPG/YPJ’ê re bikin yek! Em bibin deng û nefesa gel û şervanên Kobanê yên dibêjin, ‘bilez bikevin nav tevgerê” Em perdeya bêdengiyê ya hêzên navneteweyî bişkînin…

Gelê Kurd û dostên wan bi armanca piştevaniya bi gelê Kobanê re di 11 Cotmehê de li Dusseldorfa Elmanya bi tevlîbûna girseyî ya ji Elmanya, Belçîka û Hollanda xwe ji mîtîngeke navendî re amade dike.

Em bang li tevayî pêkhateyên ABDEM, her kesê dilê wan ji bo Kobanê lê dide dikin da ku ji niha ve ji bo mîtîngê seferber bibin û bi girseyî beşdar bibin…”

Navnîşanan çalakiyê: DGB- Friedrich- Ebert- Str. Dusseldorf

Saeta tevlîbûnê: 10.00

Saeta destpêkirina meşê: 12.00