AABK û FEDA wê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê

AABK û FEDA’yê diyar kirin ku wê di hilbijartinên parlamenteriyê de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û gotin, Tifaqa Ked û Azadiyê daxwazên Elewiyan ên hemwelatiya wekhev diparêze.

Hevserokên Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî hilbijartinan ku wê piştgiriyê bidin kê, ji ANF’ê re axivîn.

Hevseroka AABK’ê Nevîn Kamîlagaoglû ragihand ku ji bo bidawîbûna rejîma Erdogan, wê di hilbijartinên serokkomariyê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû û wiha got: “Rejîm Erdogan edalet, azadî û demokrasiyê pêk nayîne. Di welatek demokratîk de, zext li rojnamevan û partiyek siyasî ya mîna HDP’ê nayê kirin. Hevserokên wê nayên girtin, qeyûm nayê avêtina ser şaredariyan.”

‘EM DI HILBIJARTINÊN MECLÎSÊ DE, ZELAL IN’

Kamîlagaoglû diyar kir ku têkildarî hilbijartinên meclîsê helwesta wan zelal e û ev tişt got: “Heta niha komîteyên koordînasyonê hatine avakirin. Federasyonên welêt û cemxane wê li gorî vê koordînasyonê bixebitin. Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo ku di meclîsê de nûneriya herî baş bike, em ê her tiştê ku ji destê me tê pêk bînin.”

‘EM LI GEL TIFAQA KED Û AZADIYÊ NE’

Hevseroka FEDA’yê Hûriye Kabayel destnîşan kir ku ev bi salan e Elewî rû bi rûyê zextê ne û wiha bilêv kir: “Elewî bi sedsalan e tên qirkirin. Di dîroka komarê de CHP’ê ti caran piştgirî nedaye. Em xwe di Tifaqa Ked û Azadiyê de dibînin, em difikirin ku em ê xwe li wir îfade bikin. Em bang li Elewiyan dikin ku deng bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.”

Kabeyel bal kişand ser zilma dîrokî ya ku CHP’ê li Dêrsimê pêk aniye û got: “Divê Dêrsimî vê paşerojê qet ji bîr nekin. Eger em bi rengekî Elewiyane bifikirin, em dibînin ku cihê me li gel Tifaqa Ked û Azadiyê ye.”