Ûkraynayê li ser balafira kete xwarê delîl ji rojavayiyan xwest

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser îdîayên ku dibêjin balafira Ûkraynayê ya Boeîng bi qezayê ji aliyê Îranê ve hatiye xistin ji rojavayina delîl xwest.

Serokkomarê Ûkraynayê Zelenskî li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û got, "Ketina balafirê bi fuzeyekê ne li derveyî ihtimalê ye, lê hîn nehatiye piştrastkirin."

Zelenskî ragihand ku di vê mijarê de wê bi Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mîke Pompeo re biaxive.

Zelenskî bang li rojavayiyan kir ku delîlên li ser xistina balafirê parve bikin û got, "Em bang li hevkarên xwe yên navneteweyî bi taybetî hikumetên DYE, Kanada û Qraliyeta Yekbûyî dikin ku delîlên li ser felaketê pêşkêşî komîsyona lêpirsînê bikin."

Îranê roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew dikarin bi rengekî eşkere bêjin ku balafir bi fuzeyekê nehatiye xistin.