Ûçar: Fêlbaz di kemînê de ne

Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar diyar kir ku aqlê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de kete dewrê, di pêvajoya amadekirina destûra bingehîn de jî li dijî gelê Kurd ketiye kemînê.

DOZA QIRKIRINA SIYASÎ YA KOBANÊ

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû nirxand ku piştî Doza Kûmpasê ya Kobanê dewam dikin.

Ûçar anî ziman ku pêvajoya çêkirina destûra bingehîn pêvajoya herî bi krîz e û got, bi destûra bingehîn a ku ji aliyê civakê ve nayê pejirandin û ji jorê ve tê ferzkirin demokrasî û serweriya hiqûqê nikare pêk were. Ûçar diyar kir ku divê armanc ji nîqaşên li ser destûra bingehîn bê fêhmkirin û got, "Gelo ev nîqaş bi rastî jî ji bo bersivdayina li pêwîstiya hiqûq û demokrasiyê ya welêt e yan jî ji bo dewamkirina statukoya heyî ye?"

Ûçar destnîşan kir ku pêwîstî bi destûreke bingehîn a ber bi demokrasiyê heye, partiya wan vê yekê bi salan dibêje û di vê mijarê de kar kiriye.

Ûçar anî ziman ku çareseriya mayinde bi lihevkirina ji bingehê ve dibe û ragihand ku destûreke bingehîn a ku îradeya civakî tê de nîne, wê bibe amûra têkoşîna desthilatdariyê. Ûçar got, "Tevî ku di destûra bingehîn a sala 1982'an de gelek caran guhertin hate kirin jî ji aliyê demokratîkbûnê ve gav nehatin avêtin, meseleya Kurd nehate çareserkirin. Her guhertinekê xizmet ji dewamkirina desthilatdariyê re kir. Eger heman rêbaz û aqil careke din bikeve dewrê wê destûra bingehîn nikaribe demokrasiyê bîne."

'DI NAVA VAN ŞERT Û MERCAN DE PÊKAN NÎNE'

Ûçar anî ziman ku di nava şert û mercên heyî de ew çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk pêkan nabînin û got, Doza Kûmpasê ya Kobanê nîşaneyeke girîng a wê yekê ye ku hewl tê dayin, lêgerîna gelê Kurd a li azadî û wekheviyê bê mehkûmkirin.

Ûçar destnîşan kir ku rêbaza siyasetê û hiqûqê ya antî Kurd a ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de hate dîtin, derfetên destûra bingehîn a demokratîk dixitimîne û diyar kir, îdîayên ku siyasetmedarên Kurd pê hatin sûcdarkirin hemû ne rast in, li gorî fermanê hatine sûcdarkirin. Ûçar got, "Hikumet vê derewê hîn dewam dike. Di nava civakê de hewl dide têgihiştinek li dijî Kurdan ava bike."

LI DIJÎ GELÊ KURD DI KEMÎNÊ DE NE

Ûçar anî ziman ku aqlê fêlbaziyê yê ku wan di Doza Kûmpasê ya Kobanê de dît di pêvajoya çêkirina destûra bingehîn de jî li dijî gelê Kurd ketiye kemînê û got, "Destûrên bingehîn ên heta niha hatine amadekirini, bûne sedema vê kevneşopiya înkar û komployê. Em bi biryar in ku di mijara destûra bingehîn a demokratîk û azadîparêz de helwesta pêwîst û îradeya pêwîst nîşan bidin. Li gorî me ji bo çareseriya meseleya Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê destûreke bingehîn a demokratîk û nû wê karibe tevkariyên girîng bike."