Şîrketên Enerjiyê guh nedan gefên Tirkiyeyê
Şirketên Total û Enî, li gel gefên hikumeta AKP’ê bi awayekî fermî eşkere kir ku tevlî îhaleya gaza sirûştî ya ku hikumeta Qibrisê ragihandî bûye.
Şirketên Total û Enî, li gel gefên hikumeta AKP’ê bi awayekî fermî eşkere kir ku tevlî îhaleya gaza sirûştî ya ku hikumeta Qibrisê ragihandî bûye.
Şîrketa Enî ya Îtalyayê û şîrketa Total a Fransayê diyar kirin ku tevlî îhaleya hikumeta Qibrisê ya li herêma bi navê ‘Herêma Munhasir a Aboriyê’ tê qebûlkirin dayî destpêkirin bibe.
Hate ragihandin ku nameya şîrketên Enî û Total ku meha borî hikumeta Tirk gef li wan xwaribû, gihiştiye destê Wezareta Enerjiyê ya Qibrisê. Wezareta Enerjiyê ya Qibrisê, ragihand ku îhale di derbarê ‘Bloka 7’emîn’ ya çavkaniya gaza sirûştî de ye.
LI GEL GEFÊN TIRKIYEYÊ JÎ ŞIRKET TEVLÎ DIBIN
Li derdora bakurê Qibrisê ku Tirkiyê dagir kiriye, mehên borî gelek şîrketan ji bo deranîna gaza sirûştî ya li gelek herêman, li hev civiyabûn.
Meha Cotmehê hikumeta Qibrisê bang li şîrketa Fransayê Total û şîrketa Îtalyayê Enî û şîrketa Emerîkayê ExxonMobil kiribû ku tevlî îhaleya wê ji bo ‘Bloka 7’emîn’ a ji bo deranîna gaza sirûştî pêk bê bibin.
Hikumeta AKP’ê jî, bi hinceta ku beşeke vê herêmê dikeve perzemîna Tirkiyê û gef li şîrketan xwaribû ku tevlî îhaleyan nebin.
Şîrketên bi navê ExxonMobil û Qatar Petroleum hefteyên bihurî li herêma ku weke ‘Bloka 10’emîn’ tê binavkirin lez dabûn xebatên xwe yên derxistina gazê.