Kampanya (Freedom for Oacalan (Azadî ji Ocalan re) ji aliyê sendîkayên bi navê Unite The Union û GMB ve hatibû destpêkirin ku bi milyonan karkeran temsîl dikin û gelek sendîka û yekîtiyên din tevlî bûbûn.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şîrketa hiqûqî ya bi navê Thompsons Solicitors ku di têkoşîna sendîkayî de cihekî xwe yê girîng heye, biryar da ku tevlî kampanyayê bibe. Hat gotin, şîrketê ev biryara xwe ji rêveberên kampanya "Freedom for Ocalan" re ragihandiye û di çarçoveya kampanyayê de wê bi rengekî aktîf tevlî çalakî û civînan bibe.
Bi tevlîbûna şîrketê re ku 750 parêzerên wê hene, tê payin ku desteya sendîkayên karkeran a ji bo kampanyayê zêdetir bibe.
Kampanya bi navê "Freedom for Ocalan" ji aliyê Unite teh Union ve sala 2016'an hate destpêkirin ku bi 1,5 milyon endamên xwe re mezintirîn sendîkaya li Îngilîstan û Gallerê ye. Piştre sêyemîn mezintirîn sendîkaya li welêt GMB û 15 sendîkayên din biryar dan ku tevlî kampanyayê bibin.