Şêwra Rojhilat a li Stockholmê di roja duyemîn de ye

Şêwra Rojhilatê Kurdistanê, ku yek ji komxebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd e, di roja duyemîn de ye. Encamnameya şêwrê wê îro danê êvarê were eşkerekirin.

Li gel 16 partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê 150 delegeyên ji rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan tevlî şêwrê dibin.

GELÊ KURD PÊŞENGIYÊ JI AZADÎ Û WEKHEVIYÊ RE DIKE

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd axivî û got, "Roj roja me ye. Dem dema Kurdistanê ye. Di demeke kaotîk a Rojhilata Navîn de, ku zext, şîdet û mêtingerî tê kirin, gelê Kurd pêşengiyê ji jiyana azad, wekhev û biratiyê re dike. Hêzên mêtinger di vê demê de di nava krîzeke mezin de ne. Hêzên navneteweyî, ku heta niha aliyekî vî şerê li dijî me bûn û yekser şer bi rê ve dibirin, niha di nava nakokî û kaoseke mezin de ne. Yekane aliyê ku xwedî projeya jiyaneke însanî ya ji bo paşerojê, gelê Kurd e. Me bi têkoşîna xwe ya li dijî artêşa çete ya herî hov a cîhanê DAIŞ'ê re, serî li wan dan tewandin."

DIVÊ EM BINGEHEKÊ JI HELWESTEKE HEVPAR RE AMADE BIKIN'

Rêbwar Reşîd anî ziman, ku KNK hewl dide ji bo hemû gelên li Rojhilatê sîstemeke însanî ava bike û got, "Di navbera partî û tevgerên Kurd de diyalogeke cidî divê. Di mijarên jiyanî û neteweyî de divê em bingehekê ji helwesteke hevpar re amade bikin. KNK di vî warî de bi roleke jiyanî radibe."

GELÊ KURD VÊ SEKNA XWE DEYNDARÊ JINÊN KURD Ê BERXWEDÊR E

Bi navê KJAR'ê Leyla Evdoyî peyivî. Evdoyî destnîşan kir, ku di têkoşîna li dijî polîtîkayên tinekirinê û komkujiyê de, jinên Kurd bi roleke bingehîn rabûne û got, "Eger li Rojhilatê Kurdistanê tevî ewqas komkujî û asîmîlasyonê gelê Kurd hê li ser piyan e, em vê yekê deyndarê jinên Kurd in. Bi sedan gerîlayên jin, pêşmergeyên jin bi hesreta welatekî azad û wekhev canê xwe feda kirin. Em bi hesret û xeyalên wan tevdigerin."

PÊWÎSTE LI HER CIHÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEBE

Ji KODAR'ê Şêrzad Kemanger jî işaret bi girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd di nava şert û mercên heyî de kir û mesaja KODAR'ê û pêşniyarên wê ragihand:

"Di nava yekîtiya neteweyî de ne tenê partiyên siyasî; divê rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyên civakê jî cih bigirin.

Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan divê li her cihê Kurd lê dijîn hebe.

Yek ji wezîfeyên bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurd, parastina xweza û berhemên dîrokî yên Kurdistanê ye.

Li dijî siyaseta zayendîparêz divê têkoşîn bê dayin, ji bo azadiya jinê qadên berxwedanê werin afirandin.

Li şûna berjewendiyên herêmî û hin aliyan, divê berjewendiyên neteweyî werin parastin.

Rêbaza jiyanê û hemû baweriyên cuda li gorî xweseriyên xwe bên parastin.

Di karên dîplomatîk de divê nêzîkatiyeke erzan û bazirganî neyê nîşandan. Li şûna vê, esasên neteweyî bên destnîşankirin.

Polîtîkaya dervehiştin û zextên li ser civaka Yaresanê, nayê qebûlkirin.

Li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî kolberan, pêwîste helwesteke hevpar bê nîşandan û kolber werin parastin."

PARTÎ Û RÊXISTINÊN TEVLÎ ŞÊWRÊ DIBIN

Nûnerên Partiya Serxwebûna Kurdistanê, Komeleya Rewtî Sosyalîst, Sazumaniya Demokratîk a Yaresan, Partiya Komunîst ya Îranê, Platforma Howram, Platforma Zagros, Federasyona Ferheng a Yaresan, Sazumaniya Yarî Kurd Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, Komaleya Mafê Jinan-RONAK,  KODAR, PJAK û KJAR'ê tevlî şêwrê dibin.

Encamcanmeya şêwrê wê îro danê êvarê bê eşkerekirin.