Şewatên li Kurdistanê, li Baselê hate şermezarkirin

Li bajarê Swîsreyê Baselê şewatên daristanên Kurdistanê yên bi destê artêşa hate şermezarkirin...

Serî de li Dersim û li gelek herêmên Kurdistanê artêşa Tirk bi zanebûn daristanan dişewitîne, li bajarê Swîsre Baselê şewitandina daristanan bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Li ser banga HDK Basel çalakî li Qada Claraplatzê hate lidarxistin û pankarta ‘Dewleta Tirk li Kurdistanê daristanan dişewitîne’ hate vekirin.

Bi armanca piştgirîdayinê gelek rêxistinên civaka sivîl, parlamenterên netewî û kantonan, bi dehan Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk bi zanebûn daristanan dişewitîne û dixwazin projeya bê mirov hiştina li herêmê bêxin meriyetê.