Şeva piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîkayê li Bischofsheimê pêk tê

Şeva ji bo piştgiriya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku êdî bûye weke kevneşopiyekê pêk tê, îsal li bajarê Bischofsheim ê Elmanyayê tê lidarxistin. Rojnamêey hemû xwendevan û dostên xwe vexwedin şahiyê.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtka ku li bajarê Neu-Isenburg ê Elmanyayê, bi dirûşmeya ‘Di rastiyan de israr’ weşana xwe didomîne, sala xwe ya 13’an bi şeveke piştgiriyê pîroz dike. Şeva piştgiriya bi rojnameyê re, 28’ê Nîsanê li bajarê Bischofsheim ê Elmanyayê pêk tê. 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî wê tevlî şevê bibe. 

Her wiha wê hurnermend Mercan Erzincan, Elêonore Fourniau, Hozan Dîno û Koma Zerdeştê Kal wê derkevin ser dikê.

Rêveberiya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê û zindanan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û bibîr xist ku 13 rojnamegerên çapemeniya azad jî di nav vê berxwedanê de cih digirin. Rêveberên rojnamê ji bo şkandina tecrîdê banga mezinkirina berxwedanê kir û her kes vexwend şeva tevkariya ji bo rojnameyê. 

Navnîşana salona ku wê şahî lê pêk bê wiha ye: Salona Dawetê ya Global, Industriestr. 13, 65474 Bischofsheim."