Şervanên QSD’ê Îsmet Hesen li Swêdê hate bîranîn
Şervanê QSD’ê Îmet Hesen ê di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li Swêdê hate bîranîn.
Şervanê QSD’ê Îmet Hesen ê di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li Swêdê hate bîranîn.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Îsmet Hesen (Yilmaz Çiya) di meha Sibatê de li gundê Qiraqliya ya navçeya Şêra ya Efrînê de şehîd bibû. QSD’ê di daxuyaniya xwe ya 23’yê Sibatê de li gel Hesen nasnameya çar şervanên xwe eşkere kiribû.
Îsmet Hesen li bajarê Karlstadê ya Swêdê bi aktivîteyekê hate bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Navenda Perwerdehiyê ya Sêwdê (ABF) hate lidarxistin, Kurdên ji çarparçeyên Kurdistanê tevlî bûn.