Şervanê Fransî yê YPG'ê Legîonnaîre li Parîsê hate bibîranîn

Şervanê Fransî yê YPG'ê Gabar Legîonnaîre (Frederîc Demonchaûx), ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li paytexta Fransa Parîsê hate bibîranîn.

Şervanê Fransî yê YPG'ê Gabar Legîonnaîre ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li paytexta Fransa Parîsê hate bibîranîn.

Dayik, hevjîn, xwişk û bira û hevalên şervanê YPG'ê Legîonnaîre tevî bi sedan Kurdistaniyant tevlî bîranînê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan axivî û got, "Heval Gabar, di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû. Ew ne tenê şehîdê Kurdistanê ye, ew şehîdê mirovahiyê ye. Bila serê Rêber Apo û tevahiya Kurdistanê sax be."

Qisekerên din ên li civîna bîranînê axivîn anîn ziman, ku Gabar dostekî rastî yê gelê Kurd bû. Qisekeran diyar kirin, ku têkoşîna li Reqayê li dijî dijminê mirovahiyê tê dayin bi ser ketiye, êdî bajar azad dibe û gotin, "Em pê serbilind in. Em ê ji niha û pê ve jî li gel têkoşîna mafdar a Kurdan bin."

Piştî nîşandana sînevîzyonê ya ji bo bîranîna Gabar hate amadekirin, merasîm bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.