Şengalî, Atakan û Adsan li Helsîngborgê hatin bîranîn

Zekî Şengalî û Atakan Mahîr ên ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûn û endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Dîlek Adsan ku ji ber xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Helsîngborg ê Swêdê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Helsîngborgê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Şengalî û Mahîr hate nîşandan. Piştre jî Sevîm Karataş li ser şehîdan axivî.

Karataş diyar kir ku bi saya fedakariya şehîdan gelê Kurd di serî de li Rojavayê Kurdistanê li gelemperiya Kurdistanê bûye xwedî destketî. Karataş bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi biryardariya şehîdan têkoşînê geş bikin.

Êzidiyên li Helsîngborgê bi girseyî tevlî civîna bîranînê bûn.