Şehîdên Xerzan û Osmaniyeyê li bajarê Essenê hatin bibîranîn

Gerîlayên li Xerzan û Osmaniyeyê şehîd bûn, li bajarê Essenê yê Elmanyayê bi civînekê hatin bibîranîn.

Civîna bîranînê doh li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Essenê pêk hat. Kurdistaniyan şehîd Brûsk Celemê û hevalên wî Welat Gever, Ferzad Medî, Huseyin Garzan, Viyan Çiya, Rojhat Azad, Serxwebûn Zagros, Faraşîn Sîpan ku li Xerzan û Osamniyeyê şehîd bûn, bi bîr anîn.

Ji Saziya Malbatên Şehîdan KOMAW'ê Mehmet Surucî piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û diyar kir ku gelê Kurd ti carî serê xwe li ber dijminê xwe netewandiye.

Surucî nerazîbûn nîşanî Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî da û diyar kir ku Barzanî mîna parlamenterekî AKP'ê bûye aşiqê dijminê xwe.

Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate nîşandan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç jî axivî û işaret bi siyaseta qirêj a dewleta Tirk kir. Koç got," Bi saya şehîdan û Rêber Apo, beşeke mezin a welêt di bin kontrola gerîla de ye."

Bi navê dayikên aştiyê jî dayika Nazîre axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li şehîdan.

Civîna bîranînê piştî axaftina malbatên şehîdan qediya.