Şehîdên têkoşîna azadiyê li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn
Şehîdên têkoşîna azadiyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.
Şehîdên têkoşîna azadiyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê şehîdên têkoşîna azadiyê ahtin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê, Meclîsa Jinê ya Sara û PYD Bonnê ve hate organîzekirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerê PYD'ê axivî û diyar kir ku li Efrînê sûcê qirkirinê li dijî mirovahiyê tê kirin, jin û zarok di nav de gelek sivîl hatin kuştin. Qiseker anî ziman ku sûcê li mirovahiyê hate kirin divê bê mehkûmkirin û ji mexdûran xwest ku serî li hiqûqa navneteweyî bidin.
Nûnerê PYD'ê ragihand, mîna trajediya Şengalê rewşeke tirsnak li Efrînê jî rû daye, zarokên keç hatine revandin û destnîşan kir ku berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye.
Malbatên şehîdên Efrînê li merasîmê axivîn û piştre plansaziya çalakiyên dema pêş hate eşkerekirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi pêşengiya TEV-ÇAND û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate kirin û malbatên şehîdan hatin vexwendin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, xebatkarên TEV-ÇAND'ê helbest xwendin û stran gotin.
Di merasîmê de ku sînevîzyon jî hate nîşandan, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.