Şehîdên Sûrê hatin bibîranîn: Gelê Kurd çok danenî erdê!

Kesên ku li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê hatibûn qetilkirin, li goristanê hatin bibîranîn.

Kesên ku li Sûra Amedê ji ber êrîşên qirkirinê hatibûn qetilkirin, li Goristana Yenîkoyê ya Baglara Amedê hatin bibîranîn. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, rêveberên partiyê û malbat tevlî bibîranînê bûn.

‘GELÊ KURD BERXWEDANEKE BÊHEMPA KIR’

Farisogûllari diyar kir ku 12 bajar hatibûn dorpêçkirin û bajar hatin talankirin. Farisogûllari got ku, “Zarok û kal û pîr jî di nav de, gelê me qir kirin. Di şexsê Sêvê Demîr, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç de, em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.”

Farisogûllari got ku berxwedan didome û axaftina xwe wisa domand, “Ev hevalên me ji bo gelê Kurd û nirxan xwe feda kirin. Divê her kes bizanibe ku ji bo nirxên gelê Kurd em hemû kes amade ne, canê xwe bidin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”