Şehîdên Pirsûsê li Parîsê hatin bîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn. Di çalakiyê de Şoreşa Rojava hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn. Di çalakiyê de Şoreşa Rojava hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Çalakger destpêkê li meydana Republiqueyê li hev kom bûn. Tevî Kurdistaniyan nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Navenda Çanda Karkerên Koçber a Tirkiyeyî, Partiya Maoîst Komunîst û Young Struggle tevlî mîtîngê bûn.
Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên şehîdên Pirsûsê hatin hildan û bi navê sazî û rêxistinên tevlî çalakiyê bûn axaftin hate kirin.
Çalakger piştî axaftinan ji Meydana Republique ber bi meydana Bastille ve bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bijî Şoreşa Rojava", "Li dijî dagirkeriyê têkoşîna hevpar" meşiyan.
Çalakî bi axaftinên li meydana Bastille bi dawî bû.