Şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn

Şehîdên qetlîama Pirsûsê li bajarên cihê yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bibîranîn.

Malbatên 33 ciwanên ku li navçeya Pirsûsê 4 sal berê di êrîşa DAIŞ'ê de hatin qetilkirin û parazvanên mafên mirovan li pêş Navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê û li ser gorên ciwanan ew bi bîr anîn. Li Amed, Riha, Stenbol, Edene û Îzmirê jî ji bo bîranîna 33 ciwanan daxuyanî hatin dayîn. Ciwanên sosyalîst Ece Dînç li Goristana Karacaahmet, Nazegul Bahar Boyraz li goristana Kuçukyalî, Duygu Tuna, Cemîl Yildiz û Îsmet Şeker li Goristana Gazî, Vatan Bûdak li goristana Karlitepe, Polen Unlu û Hatice Ezgî Sadet jî li Goristana Ihlamurkuyu, Buşra Mete li Goristana Şeyhlî û Alper Sapan jî li Goristana Kurtkoy yên Stenbolê ji aliyê sedan kesan ve hatin bibîranîn.

STENBOL

Girseya herî mezin li Goristana Gazî ya navçeya Sûltangazî kom bûn ciwanên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn Duygu Tuna, Cemîl Yildiz û Îsmet Şeker bi bîr anîn. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu û Parlamentera HDP'ê Huda Kaya û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, “Divê hemû cemaweriya neteweyi û navneteweyî bi baldarî darizandina DAIŞ'ê ya li Rojava berdewam dike bişopîne. Li wir sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin tên darizandin. Kesen li Pirsûsê 33 ciwan qetil kirin tên darizandin. Kesên li Rojava mirov qetil kirin tên darizandin. Ez 33 hevalên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin bibîr tînim."

Li aliyê din li Cemxaneya Haci Bektaşî Velî ji bo kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan luqme belav kirin. Ji bo Polen Unlu û Hatice Ezgî Sadet li goristana Ihlamurkuyu bernameya bîranînê li dar xistin. Pankart vekirin û biryara xwe ya têkoşînê anîn ziman. Parlamenterên HDP'ê Erol Katırcioglu ile Murat Çepnî û rêveberên HDP'ê. Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF), ESP'ê û Endamên Meclîsa Jinan a Sosyalist beşdarî bîrarînê bûn.

Ji bo Ece Dinç jî li Goristana Karacaahmetê bernameya bîranînê hat li dar xistin. Li ser gora Dinç pankarta "Ece Dînç nemir e" vekirin. Malbata Dinç û gelek kesên din tev li bîranînê bûn.

Nazegul Bahar Boyraz jî li Goristana Kuçukyali hat bi bîra nîn. Vatan Budak li Goristana Karlıtepe û Buşra Mete jî li Goristana Şeyhli hat bibîr anîn.

WAN/COLEMERG/MÛŞ

Yunus Emre Şen li Wanê, Suleyman Aksu li Geverê, Mucahit Erol, Medali Barutçu û Serhat Devrim li Mûşê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê tev li bernameyên bibîranînê bûn.

AMED

Li Amedê jî Veysel Ozdemir û Nazlı Akyurek hatin bibiranîn. Veysel Ozdemir li Goristana Yenîkoyê û Nazli Akyurek jî li Goristana 450 Evler hatin bibîranîn. Di bernameyên bibîranînê de endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê amade bûn.