Şehîdên meha Gulanê li Bernê hatin bibîranîn
Ji bo şehîdên meha Gulanê yên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, li Bernê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Ji bo şehîdên meha Gulanê yên ku di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, li Bernê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn yên di têkoşîna şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin. Di çalakiya bibîranînê de analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehîdên meha Gulanê hatin guhdarîkirin.
EM XWEDÎ LI BÎRANÎNA ŞEHÎDAN DERKEVIN
Piştî sînevîzyona li ser şehîdan li ser navê CDK’ê axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku divê xwedî li bîranîna Denîz, Îbrahîm, Hakî, Karasûngûr û şehîdên têkoşîna azadiyê were derketin.
Di çalakiyê de ji bo meş û mîtînga di 26’ê Gulanê de ya ku ew ê li Swîsreyê were lidarxistin jî bang hate kirin.