Şehîdên meha Gulanê li Berlinê hatin bîranîn

Ji bo bîranîna pêşengên şoreşger ên di meha Gulanê de şehîd bûne, li paytexta Elmanya Berlinê çalakiyek hate kirin.

Şehîdên meha Gulanê li paytexta Elmanya Berlinê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê NAV-DEM û Meclîsa Jinê ya Berlinê DEST-DAN ve hate organîzekirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê saziyan qiseker axivîn û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman.

Nûnera Komîsyona Malbatên Şehîdan Gozê Çalkan diyar kir ku şehîdên meha Gulanê şehîdên Kurdistanê ne û ew ê li ser şopa wan bimeşin.

Siyasetmedarê Kurd Mûharrem Aral jî got, "Hakî Karer xeta Rêbertî baş fêhm kir û bi cih anî. Şehîdên meha Gulanê kadroyên pêşeng û hevrêyên me bûn ku hîmê partîbûnê danîn. Denîz, Îbrahîm û şehîdên me yên partiyê şehîdên me hemûyan e."

Ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî Seher Yeter işaret bi wateya dîroka şehîdan kir û got, "Bîranîna wan meşa li ser şopa wan e. Bicihanîna xewn û xeyalên wan e."

Endama TJK-E Nûpel Mûnzûr jî diyar kir ku şehîdên meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî cuda ye.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.