Şehîdên meha Cotmehê li gelek navendan hatin bibîranîn

Li gelek bajarên Ewropayê şehîdên meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Li bajarê Elmanya Wûppertalê bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinên Kurd a Wûppertalê bi beşdarbûna gelek Kurdistaniyan şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Wûppertalê di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê komîteya malbatên şehîdan Mahîr Botan, Dayika Lezgîn û Yadîn Çelîk axivîn.

Hevseroka NCDK-Wûppertalê Semra Temel jî axivî şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên azadiyê bibîranî.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî di şexsê Gulnaz Karataş (Berîtan), Umît Acar Omer Golge, Nezîr Çîçek û Rêzan Farqîn de hemû şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Komeleya Çanda Tohûm a Stûttgartê ve pêk hat û gelek kes beşdar bûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Pitşre li ser navê TJK-E Zozan Serhat axivî û wiha got; “Derbarê şehîdan de axaftin gelek zehmete. Lê em rêhevalên wanin û divê em bi erka xwe rabin. Di şexsê hevalên jin de em hemû şehîdan bibîrtînin. Ev partî partiya şehîdan e û her şehîdek emanetekî yê me ye. Gûrbettellî Ersoz (Zeynep) yekemîn şehîda me ya rojnameger e. Gelek şehadetên hevalên me yên jin bi destpê PDK’ê çêbûne.”

Merasîm bi nîşandan sînevîzyonê bi dawî bû.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Elmanya axaftin hatin kirin û helbest hatin xwendin. Merasîm bi stranên hunermend Bangî Agir bi dawî bû.

KOLN

Li bajarê Elmanya Kolnê endamên Ciwanên Şoreşger Şervan Amed (Can Emek Dogru) ku 20’ê Cotmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû hate bibîranîn.

Merasîm li NCDK-Koln hate lidarxistin û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Ji Ciwanên Şoreşger Amed Baz di şexsê şehîd Şervan Amed de hemû şehîdên azadiyê bibîr anî. Baz balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan û got; “Divê ciwanên Kurd xwedî li Rêbertiyê derbikevin.”

Dayika Delal li ser navê malbatên şehîdan axivî û bal kişand li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hozan Şemdîn jî piştre axivî û merasîm bi nîşandana sînevîzyona Şervan Amed bi dawî bû.

SALZGÎTTER

Li bajarê Elmanya Salzgîtterê jî Meclîsa Jinan a Berçem Cilo bi merasîmekê şehîdên meha Cotmehê bibîranî.

Di merasîmê de li ser navê KOMAV’ê Bavê Hisên, li ser navê Tevgera Jinan a Elmanya Hakîme Yûsef, li ser navê Komîna Şehîd Zozan Cûdî Şêxa Ekîncî û li ser navê HDK’ê Feshî Arkadaş axivîn.

AACHEN

Li bajarê Elmanya Aachenê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Merasîm bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Denîz Firat pêk hat û Kurdistaniyên li bajarê Aachenê dijîn beşdarî merasîmê bûn.  Li ser navê Malbatên Şehîdan a Aachenê Nesîbe Bîlen û endamê KOMAWê axivîn. Piştî axaftinan xwarin hate belavkirin û merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

LONDRA

Li paytexta Îngîltere Londrayê ji şoreşgerên enternasyonalîst Şehîd Şoreş Amanos (Jack Holms) bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Jack Holm (Şoreş) berê xwe da Rojava û di temenê 22 salî de 2 salan ji bo paqijkirina çeteyan ji Rojava mil da milê şervanan û şer kir.

Malbata şehîd Andok ji beşdarî merasîmê bûn û Bav Peter Holmes axivî û qala heskirin û girêdanbûna kurê xwe ya ji bo gelê Kurd û şoreşa Rojava kir.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Marsîlya bi beşdarbûna zêdetirî 100 kesî pêk hat.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan dom kir. Li ser navê Meclîsa Jinan a Mirkan Îlke Ege axivî û got; “Meha Cotmehê mehekî giran e û pêşengên azadiyê divê mehê de şehîd bûn. Di şexsê şehîd Bêrîtan de em hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin. Hevala Bêrîtan hê şervana salekê bû weke fermandara taximê di şerê îxanetê ya Başûrê Kurditanê de cih kir û li dijî îxanetê helwest nîşan da. Bi xeta berxwedanê ya Bêrîtan re artêşa jinê ava bû. Ev xewna heval Bêrîtan bû û ev xwen pêk hat.”

Hevberdevka HDK Demîr Çelîk jî axivî û şehîdên meha Cotmehê bibîranî.  Piştî axaftinan sînevîzyona qala şehîdên jin dike hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

UPPSALA

Li bajarê Swîsre Ûpsalla bi merasîmekê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Merasîm li lokala NCDK-Ûppsala bi deqîqeyek rêzgirtinê desptêkir. Pişte sînevîzyona qala şehîdên meha Cotmehê dike hate nîşandan.

Hevserokê NCDK-Ûppsala Tara Başûr axivî û wiha got; “Li her çar parçeyên Kurdsitanê her roj Kurd şehîdan didin. Şoreşgerên Kurd ên li girtîgehan li dijî komkûjî û zextan li berxwe didin. Li dijî gelê Kurd êrîşên giran hene. Divê em li dijî van êrîşan xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Divê em têkoşînê geştir bikin û li qadan bin.”

Lêkolîner Sûltan Oger jî di merasîmê de axivî û wiha got; “Berîtan û şehîdên meha Cotmehê ji bo têkoşîna gelê Kurd û rêxistinbûyina  tevgera jinê de  xwedî girîngîyekî mezin e.”

Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.