Şehîdên meha Cotmehê li Gavleyê hatin bîranîn

Şehîdên şoreşê yên meha Cotmehê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn, li bajarê Gavle yê Swêdê hatin bîranîn.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gavleyê Mûazzez Batte li civîna bîranînê axivî û diyar kir, yek ji mercên herî girîng ê serketina têkoşînên civakî, rêxistinbûn e. Batte destnîşan kir, bi saya fedakariya şervanên azadiyê yên şehîd bûne, gelê Kurd destketiyên mezin bi dest xistine.

Aldulganî Qamişloyî jî li ser pîvanên bingehîn ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axivî.

Diyar kir ku ji bo xwedî li bîranîn û armanca şehîdan bê derketin, divê ew hîn bi xurtî xwedî li têkoşînê derkevin.