Şehîdên meha Cotmehê li Arnhemê hatin bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê, li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi civînekê hatin bîranîn.
Şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê, li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi civînekê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Tevgera Jinê ve hate organîzerkirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka KOMAW'ê Şengê Kahraman, nûnerên KNK'ê Tahir Kemalîzade û Mecid Heso, Hevserokê Ykemalê Yilmaz Guney û bi navê Tevgera Jinê Fîdan Rojava axivîn.
Hevserokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat Fîkret Îgrek jî bi taybetî bal kişand ser rewşa Berxwedana Şengalê.
Gelek malbatên şehîdan jî tevlî civîna bîranînê bûn.
Piştî nîşandana sînevîzyonê û axaftinan, malbata Şehîd Zinar Şengalî nanê xêrê belav kir.