Şehîdên Efrînê li Kopenhagenê hatin bîranîn

Di şexsê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Alîşer Xelîkan, Bêrîtan Rojava û Hogir Amed de şehîdên Berxwedana Serdemê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sêvê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin û gelek malbatên şehîdan ên li derdora Kopenhagenê dijîn û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyon hate nîşandan û bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan, PYD, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Sêvê axaftin hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.