'Şehîdên Cotmehê' li Elmanyayê hatin bîranîn
Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên di nava meha Cotmehê de şehîd bûne, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên di nava meha Cotmehê de şehîd bûne, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freîbûrgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin. Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û nêzî 300 kes tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, bi navê Komîteya Amadekar berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freîbûrgê Salih Hezexî axivî.
Hevseroka KOMAW'ê Dayika Şengê piştre axivî û got, "Bi saya bi hezaran lehengên bê nav, têkoşîn gihîştiye vê astê. Eger em dixwazin xwedî li wan derkevin, divê em bi erk û berpirsyariya xwe rabin."
Şengê bi dewamî got, "Eger em karê xwe baş bikin, wê têkoşîna azadiyê jî zû bi ser bikeve. Soza me ya herî mezin ku me daye şehîdan, biserxistina vê armancê ye. Weke dayikekê, ez ê heta mirinê ji bo vê yekê têbikoşim."
Piştî ku axaftina Dayika Şengê qediya, beşdarên civînê li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Di dawiyê de jî xwarina xêrê li beşdaran hate belavkirin.