Şehîdên Berxwedana Serdemê li Ewropayê tên bîranîn
Şervanên ku di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûne, li Ewropayê tên bîranîn.
Şervanên ku di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûne, li Ewropayê tên bîranîn.
Şervanê enternasyonalîst Olîvîer le Claînche li bajarê Ploûgonver ê Fransayê, şervanê YPG'ê Dildar Toûbal li bajarê Munster ê Elmanyayê û şervanê YPG'ê Rûbar Korkmaz jî li paytexta Yewnanîstan Atînayê hatin bîranîn.
ŞEHÎD KENDAL BREÎZH LI PLO3UGONVERÊ HATE BÎRANÎN
Şervanê enternasyonalîst Olîvîer le claînche (Kendal Breîzh) ku 10'ê Sibatê li Efrînê şehîd bû, li bajarê Ploûgonver ê Freansayê hate bîranîn.
Hevrêyên û malbata wî, her wiha nûnerên CDK-Rennes ê jî tevlî merasîmê bûn. Hevrêyên Breîzh bîranînên xwe yên pê re parve kirin û gotin ku wê dilsozê bîranîna wî bin. Hevalên wî anîn ziman ku Breîzh di tevahiya emrê xwe de ji bo ziman, çand û serxwebûna Brotonê têkoşiya û mirovekî gelekî dihate hezkirin bû.
Bavê Breîzh ji ber nexweşiya xwe nekarî tevlî merasîmê bibe, lê peyamek şand. Birayê wî jî bîranînên xwe yên pê re parve kir û helbestek xwend.
Bi navê Rennes Amara CDK-R axaftin hate kirin, sersaxî ji malbata Breîzh hate xwestin û bal hate kişandin ser Berxwedana Serdemê ya li Efrînê.
DILDAR TOÛBAL LI MUNSTERÊ HATE BÎRANÎN
Dildar Toûbal ku 12'ê Sibatê li gundê Hopka yê navçeya Raco ya Efrînê şerhîd bû, li bajarê Munster ê Elmanyayê hate bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê apê Toûbal Hakîm Toûbal axivî û anî ziman ku Şehîd Dildar şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Apo Toûbal got, "Dema ku ji bo ax, ziman û rûmeta xwe li dijî dagirker û çeteyan şer kir şehîd bû. Em bi şehîdê xwe serbilind in."
ŞERVANÊ YPG'Ê RÛBAR KORKMAZ LI ATÎNAYÊ HATE BÎRANÎN
Şervanê YPG'ê Rûbar Korkmaz (Hakan Tekîn) ku 10'ê Sibatê di Berxwedana Serdemê de li gundê Bilikan ê navçeya Raco ya Efrînê şehîd bû, li paytexta Yewnanîstan Atînayê hate bîranîn.
Bi navê PYD'ê Îbrahîm Muslim li merasîmê axivî, bal kişand ser berxwedana PKK, YPG, YPJ a li dijî dek û dolabên hêzên kapîtalîst ên navneteweyî û got, pêwîstiya me tenê bi hişmendiya neteweyî heye.
Piştî axaftin û dayina peyaman sînevîzyon hate nîşandan û merasîm bi qîrîna dirûşman qediya.