Şehîdên 10’ê Cotmehê li Kurdistanê û Tirkiyê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya 10’ê Cotmehê li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bibîranîn. Di çalakiyan de hate gotin berpirsê Komkujiya Enqerê AKP ye.

Kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de bi hezaran mirov, wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane rakirin û pankarta "Me komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin" hat vekirin. Di axaftinan de hate gotin ku li ser bûyerê re 2 sal derbas bûne, lê di dozê de pêşketin tune.

Di 10'ê Cotmeha 2015'ân de li Enqerê bi destê DAIŞ'ê komkujiyek pêk hat û 102 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn, kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

STENBOL

Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Yekgirtî (BTS) a Stenbolê li ber Gara Haydarpaşayê kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî û xebatkarên BTS'ê yên hatin qetilkirin, wêneyên wan hatin rakirin. Serokê Şaxa Hejmar 1 a BTS'ê Ersîn Albuz diyar kir ku mirovan tenê aştî dixwest û aşkera kir ku ji êrîşkaran hesab nehatiye pirsîn. Her wiha Kubra Meltem Mollaoglu û Gulşen Ulker Bîrdal ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Karacaahmetê ya Uskudarê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Dîcle Delîl jî li Zeytînburnuyê hat bibîranîn. Girseya li Sultangaziyê li Goristana Gaziyê hatin gel hev, Serdr Ben bi bîr anîn.

ÎZMÎR

Bîranîna li ser banga Hêzên Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê jî li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan pêk hat. Bi sedan kesan pankarta "Em 10'ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin ji bîrkirin" vekirin û xwestin hesab ji kujeran bê pirsîn. Li ser navê hêzên demokrasiyê Mustafa Guven axivî û aşkera kir ku hêrsa wan mezin e. Malbatên di êrîşê de xizmên xwe winda kirin jî mafê axaftinê giritn. Hevjîna Mesut Mak ê jiyana xwe ji dest da, Evrîm Mak diyar kir ku heta hesab ji kujeran neyê pirsîn, dê aştiyek mayînde neyê vî welatî.

ÊLIH

Halîl Îbrahîm Atilgan û kurê wî yê 9 salî Muhammed Veysel Atilgan jî li navçeya Kercewsê ya Êlihê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Rêveberên HDP, KESK û SES'ê beşdarî bîranînê bûn û diyar kirin ku ew ê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin.

EDENE

Di salvegera komkujiyê de li Edeneyê jî bîranîn hebû, KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Tabîbên Edeneyê li ber Gara Edeneyê çalakiya bîranînê pêk anîn. Wêneyên welatiyên jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin û dirûşmên "Dê hesabê Enqereyê bê pirsîn" hatin berzkirin. Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Tonguç Ozkan aşkera kir ku 2 sal e ne êşa wan kêm bûye û ne jî hêrsa wan û piştrast kir ku tu hewldanên ku biratiya gelan saz bike derneketiye pêş.

HDP: LÊPIRSÎNA ÇALAK ASTENG KIRIN

MYK'a HDP'ê jî têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê daxuyaniya nivîskî weşand. Navenda HDP'e diyar kir ku ew dê qet komkujiya 10'ê Cotmehê ji bîr nekin û wiha got: "Li Gara Trenê ya Enqereyê Kurd, tirk, elewi, sûnî, kedkar jin ciwan, bi deh hezaran ji bo aştiyê kom bûn. Lê di dîroka Komarê de bûyera herî bi xwîn pêk hat. Xwekujên zindî yên DAIŞ'ê 102 miroven me qetil kirin û 419 mirov jî birindar kirin. Bi daxwaza muzakere û aştiyek mayinde bi banga KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê bi tevlêbûna dehan saziyan ji bo aştiyê hatin kom bûn. Ji bo bûyerê navêjin ser DAIŞ'ê çi ji destê wan hat kirin. Em heta dawî êşa malbatan parve dikin û dê dozê bişopînin."

KCD: WEKÎ BARBARIYÊ KET RÛPELÊN DÎROKÊ

KCD'ê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Komkujiya 10’ê Cotmehê her çiqasî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin jî derket holê ku ji ber hikûmeta AKP’ê û hêzên ewlehiyê wan parastin û çavên xwe ji kujeran re girtin ev komkujî pêk hat. Komkujiya Enqereyê berdewama komkujî û êrîşên bombeyî yên DAIŞ’ê li Amed û Pirsûsê pêk anîne û xuya ye ku ev komkujî jî wekî yên din bi awayekî plankirî pêk hat.

Komkujî û êrîşên li ser Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex, Hezex, bajar û navçeyên Kurdan pêk hatin, bi sedan Kurdên sivîl di jêrzemînan de hatin qetilkirin û bajarên me yên hatin wêrankirin û hilweşandin nîşan dide ku bi awayekî sîstematîk pêk anîne. Em careke din soza daye şehîdên demokrasiyê re dubare dikin. Bi vê wesîleyê careke din komkujiya 10’ê Cotmehê lanet dikin. Şehîdên demokrasiyê yên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û tenduristiya birîndaran jî rojek beriya rojekê baş bibe."