'Şehîd Bêrîtan ji bo Kurdan bîrdariya rûmetê ye'
Şervanên azadiyê ku di meha Cotmehê de şehîd bûn, li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.
Şervanên azadiyê ku di meha Cotmehê de şehîd bûn, li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.
Şervanên azadiyê ku di meha Cotmehê de şehîd bûn, li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.
GRAZ: Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke bîranînê hate lidaxistin. Li gel Kurdistaniyên li herêmê, malbatên şehîdan jî tevlî merasîmê bûn. Halîs Sever bi navê Civaka Azad axivî û wateya şehadetê ya di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de vegot. Sever destnîşan kir ku ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdna wê têkoşîna xwe bidomînin.
LAHR: Cangoriyên Cotmehê, li bajarê Lahr ê Elmanyayê hatin bîranîn. Parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz li vir axivî û diyar kir, hîmê têkoşîna azadiyê ya Kurd bi berdêlên giran ên şehîdan hatiye danîn. Sariyildiz got, divê her kes li dora bîranîna şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.
HAMBÛRG: Şehîdên Cotmehê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate bîranîn. Bi navê KOMAW'ê Cenap Yeter û ji TJK-E'yê jî Zîlan Diyar axivîn. Yeter diyar kir ku şehîdan têkoşîneke bi rûmet li dû xwe hiştine û got, "Wezîfeya însanî û wijdanî ya me hemûyan e ku em şehîdên xwe bi bîr bînin û xwedî li wan derkevin. Zîlan Diyar jî bal kişand ser şehadeta şehîd Bêrîtan û got, "Bêrîtan bi şehadeta xwe re çandeke berxwedanê afirand. Li şûna teslîmiyetê xwe ji zinar avê tû bi vî rengî bû bîrdariyeke rûmetê. Cihê xwe di dilê hemû Kurdistaniyan de girt. Piştî axaftinan sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate nîşandan.
BERLÎN: Şehîdên Cotmehê li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. Civîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST DAN û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin. Bi sedan kes tevlî civînê bûn. Xwişka şehîd Necla Bîlgîn Xezal Bîlgîn destpêkê axivî û got, şehîdan ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirine. Siyasetmedara Kurd Hêvî Gabar û nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Mehmet Çagli axivîn. Herî dawî sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qediya.
BORDEAÛX: Di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin bîranîn. Civîn bi beşdariya 300 kesî pêk hat. Di civînê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
RENNES: Li bajarekî din ê Fransayê li Rennesê jî ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî civînê bûn. Piştî axaftinên li ser têkoşîna şehîdan, sînevîzyon hate nîşandan. Herî dawî jî ji bo bîranîna şehîdan nanê xêrê hate belavkirin.