Şaxê ÎHD’ê ya Bedlîsê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang kir

Li Bedlîsê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo girtiyên nexweş bang kir. ÎHD’ê daxwaza berdana girtiyê nexweşiya giran Koçer Ozdal kir.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê li ser rewşa girtiyên nexweş, bi taybetî Koçer Ozdal ku bi nexweşiyeke giran e, civîneke çapemeniyê lidar xist.

Daxuyanî li avahiya komeleyê ya Tatwanê bi şîara ‘Em ji bo girtiyên nexweşiya giran mafê jiyanê dixwazin’ ji aliyê Hevseroka Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a Bedlîsê Cengîz Akdemîr ve hate xwendin.

Di daxuayniyê de hate gotin ku bi sedan girtiyên bi nexweşiya giran jiyana xwe ji dest dan û nekarîn rojên dawî yên emrê xwe li gel malbata xwe bin, ji bo girtiyê nexweşiya giran Ozdal jî divê tedbîr bêne girtin. Akdemîr wiha domand; “ÎHD ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û dengê wan bide bihîst, sala 2008'an dest bi kampanyayê kir û hate gotin, "Di nava 10 salan de me gelekî hewl dan. Lê mixabin rayedaran bersiv nedan hewldanên me. Bi sedan girtiyên bi nexweşiya giran jiyana xwe ji dest dan û nekarîn rojên dawî yên emrê xwe li gel malbata xwe bin."

‘DI HÛCREYA YEK KESÎ DE YE...’

Akdemîr wiha domand; “Koçer Ozdal ê 60 salî sala 2014an li Mûşê hate girtin. Cezayê heta hetayê li Ozdal hate birîn sala 2016'an hate erêkirin. Heman salê di hûcreya yek kesî de hate hiştin. Ozdal ê ku dema hatî girtîn ti pirsgirêkên wî yên tendurisityê nebûn, li girtîgehê bi nexwşiya giran ket.”

Akdemîr herî dawî got Ozdal di girtîgehê de nexweş bûye û divê demildest were berdan.