Şaredariya Mêrdînê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kirin.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Çarşema Serê Nîsanê roja afirandina cîhanê ye, destpêka jiyanê ye, xuliqandina mirovahiyê ye û her sal dibe wesîleya aştiya civakî."

Peyama Hevşaredaran bi vî rengî dewam kir:

"Mixabin civaka Êzidî cejna xwe ji xaka xwe dûr û qutbûyî, di nava şert û mercên zehmet de pîroz dike. Miletê Êzidî weke xwedî baweriyeke qedîm û dîrokeke dûr û dirêj mixabin hîn jî li cudatiyê, zilm û zorê rast tê. Bandor û encamên fermana nûjen li ser civaka Êzidî şênber e. Bêhiqûqî û bêstatuya wan, her wiha metirsî û gefên li ser wan dewam dikin.

Bêguman civaka Êzidî û baweriya Êzdatiyê ji bo welatê me, ji bo bajarê me dewlemendiyeke bêhempa ye.

Herêma Mêrdînê ji dîrokê ve herêmeke weke dergûşa şaristaniyê ye, pirzimanî, pirçandî, pirolî û pirqewmî ye. Civaka Êzidî jî parçeyek bingehîn ji vê dewlemendiya herêma me ye. Xwedîderketin, parastin û pêşxistina hebûna civaka Êzidî û ola Êzdatiyê erkekî me yê însanî û wijdanî ye.

Bi van hest û mebestan em weke Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê Êzidî ji dil û can pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe bingeh ji bo xêrê, aştî, azadî û aramiyê."