Li navçeya Kreuzberg a Berlînê gelek Dersimî û saziyên Dersimiyan hene. Ji bo qurbaniyên qirkirina Dersimê ya navbera salên 1937/38'an neyên jibîrkirin, saziyên Dersimiyan demeke hewl didan bîrdariyek bê çêkirin.
Par di meclîsa şaredariya navçeyê de endamên Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan bi hewldaneke hevpar pêşnûmeyek ji bo bîrdariyê amade kirin. Lê belê Sefaretxaneya Bilind a Tirk û lobiya Tirk a li Berlînê li dijî pêşnûmeyê kar kirin.
Li ser israra Partiya Çep, SPD û Keskan pêşnûme doh ji nû ve hate nirxandin û di dengdanê de bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Partiyên Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) li dijî pêşnûmeyê derketin. Piştî ku pêşnûme hate qebûlkirin, wê li parkeke nêzî Civata Dersimê ya li navçeyê ji bo Dersimê bîrdariyek bê çêkirin.
Bîrdarî wê ji aliyê Şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê ve bê amadekirin û nivîsa "Ji bo mirovên li Dersimê bi organîzeya dewletê di sala 1938'an de hatin kuştin" bê nivîsandin. Tê payin ku bîrdarî rojên bê were vekirin.