Şaredariya Floransayê: Ji Ocalan re azadî û ji Kurdan re xweserî

Yek ji şaredariyên girîng ên Îtalyayê Meclîsa Şaredariya Floransayê bi biryara 31'ê Tîrmehê xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û maf û xweseriya Kurdan were naskirin.

Endamên Meclîsa Şaredariya Floransayê Mirîam Amato, Tommaso Grassî, Donella Verdî, Gîacomo Tbombî bi daxwaza ‘’Ji Ocalan re azadî’’ pêşniyarnameyek dane meclîsê. Ev daxwaz 31’ê Tîrmehê hate qebûlkirin û biryar li malpera şaredariyê hate parvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber ku mafê Kurdan, ên ku bûne çar parçe nedana wan, ji 78’an ve bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Kurd ava bûye.

Hate bibîrxistin ku vê tevgerê bi rengekî mafdar 1984’an ji ber ku mafê Kurdan nehatiye naskirin dest bi şerê çekdarî kiriye, ji salên 90’î û vir ve gelek caran ji bo çareseriya siyasîbi rengekî yek alî agirbest ragihandiye, banga aştiyê kiriye û ev jî bi pêşengiya Ocalan pêk hatiye.

Her wiha hate gotin bi encama lêgerîna têkoşînê ya bi çarçoweya azadî û demokrasiyê Ocalan hatiye Italyayê, li vir bi çarçoweya hiqûqê mafekî ku ji ber sedema mafê penaberiyê diviya bihata parastin, hatiye parastin.

Di belgeyê de hate gotin Rêberê Gelê Kurd ji Kenyayê hatiye revandin, li Imraliyê li ‘girtîgeha giravê’ tê girtin lê li gel vê jî Ocalan dev ji israra aştî û demokrasiyê neqeriyaye û tevgera PKK’ê jî daye ser vê.

Di belgeyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin. Her wiha hate gotin di navbeyna Tîrmeh 2015-Cotmeh 2016’an de 500 hezar Kurd ji bo ku ji Kurditanê werin derxistin, ji bajaran hatine dûrxistin.

Hate gotin nêzî 30 jîgeh hatine talankirin, bombekirin, li gel vê jî Ocalan ji bo şer raweste û çareseriya siyasî gelekî hewl daye.

Di malpera  şaredariyê de êrîşên Tirk ên dagirker ên li ser Efrînê jî hatin destnîşankirin.

Endamên Meclîsa Şaredariya Floransayê Mirîam Amato, Donella Verdî daxuyaniyek dan û gotin, ‘’Bi biryara ku ji hêla Meclîsa Şaredariyê ya Floransayê re bi fermî ji meqamên Tirk hatiye xwestin ku Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan were berdan. Konseya bajêr bi vê biryarê bi rengekî fermî nîşan daye ku ew li cem gelê Kurd in, ku bi salan de hikûmeta Tirk her cure zext û zordariyê li ser wan dike û êrîşê bi ser wan de dibe. Daxwaza berdana Abdullah Ocalan, beyana fermî ye ku di şexsê Ocalan de destekê de lêgerîna çareseriyê ya bi aştî ya di navbeyna şerê Kurd û  Tirkan de û her wiha hevgirtina bi gelê Kurd re ye ku li Tirkiyê zext li ser wan tê kirin û bi rengekî xurt şerê dijî DAÎŞ’ê dikin. Bi vê biryarê hikûmeta Tirk tê vexwendin ku bi nûnerên Kurd re dîsa bikevin diyalogê û hemû mafên kêmaran werin parastin.

Têkildarî darizandina Ocalan, 2003’an Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê diyar kiriye ku darizandina lîderê Kurd neheq e, mafê nûnertiya yasayî hatiye sînordarkirin û dema ku hatî hepskirin jî rastî şertên dijî mirovî hatiye. Van du salên dawî mafên Ocalan zêdetir hatiye  astengkirin, êdî nema dikare malbata xwe û parêzerên xwe jî bibîne.

Ev çalakiya me ji bo vê jî, bi wê armancê ye ku her kes meseleya Kurd rast nas bike û ji bo çareseriyê hewl bide. Ev çalakiya me ji bo naskirina hemû mafê Kurdan û xweseriya wan e.’’

Beriya niha jî xelata aştiyê û ‘welatiya rûmetê’ dabûn.

Li Italyayê heta niha xelatên bi rengên cuda dabûne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji ber nasnameya wî ya siyasî û rola aştiyê li gel ‘Xelata Aştiyê’’ şaredariyên Palermo, Palagonîa, Reggîo Emîlîa, Rîace, Martano, Pînerolo, Campobasso û Castelbottaccîo ‘Welatiyê Rûmetê’’ dabûne Ocalan.