Şaredariya AKP’ê taxa Kîrazlitepe ya Uskudarê hildiweşîne

Tevî hemû îtirazên şêniyên taxa Kîrazlitepe ya navçeya Uskudar a Stenbolê, şaredariya AKP’ê tîmên hilweşandinê şand taxê. Gel ji bo malên wan neyên hilweşandin li ber xwe didin, tîmên şaredariyê malek hilweşand.

Şaredariya Uskudar a AKP’yî ji bo hilweşandina malên li taxa Kîrazlîtepe tîmên şaredariyê şand. Şêniyên taxê bertek nîşanî rewşê dan û dijî hilweşînê disekinin. Lê belê tîmên şaredariyê heta niha malek hilweşandin.

Şêniyên taxê nerazîbûn nîşanî hilweşandinê dan, tevî ku hê ji dadgehê biryara hilweşandinê nehatiye şaredariya Uskudar a AKP’yî îro saet di 14:30’an de tîmên hilweşandinê şand taxê.

Piştî nerazîbûna gel polîs hatin taxê û dest bi hilweşandina taxê kirin.