Şaredarê Bercetoyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

Şaredarê Bercetoyê jî bû yek ji wan kesayetan ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Şaredarê bajarê Berceto yê Îtalyayê Lûîgî Lûcchî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Şaredar Lûîgî Lûcchî jî bû yek ji wan kesayetan ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Şaredariya Bercetoyê par welatîbûna rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Her wiha navê Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef li pirekê kiribû.

Rayedarên Tirk piştî merasîma welatîbûna rûmetê ya Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşanî Bercetoyê dabûn. Lûcchîn têkildarî vê nerazîbûnê jî gotibû, "Yên ku nerazîbûnê nîşan didin ew hêz in ku demokrasî têk birine. Careke din eşkere bû ku tişta me kiriye rast e."

Lûcchî dema ku qala Abdullah Ocalan kir got, "Rêberê Kurdan 21 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyaran dike."

Lûcchî diyar kir ku divê dinya modela jiyana hevpar a gelên li Rojava cidî bişopîne û destnîşan kir ku ev model dikare bibe mînak.