Şandeyeke bi seroktiya Dîlek Ocalan bi CPT'yê re rûnişt

Şandeyeke bi seroktiya Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) re rûnişt.

Şandeyeke ku di nav wan de parêzerên Ocalan Serbay Koklu û Melîha Çetîn, Nûnerê Konseya Ewropayê ya HDP'ê Yagîzay jî hene, bi sekreterê giştî yê ji rêveberiyê berpirs ê CPT'yê Rêgis Brîllat re rûnişt, Brîllat nû hatiya ser peywirê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin şandeya ku bi seroktiya Dîlek Ocalan pêk hatî, ragihandine ku ev ji du salan zêdetir e nehiştine ku endamên malbatê jî Ocalan bibînin.

Şandeyê got ev ji 7 salan zêdetir e hatiye qedexekirin ku parêzer Ocalan bibînin û ti agahî ji girtiyên dî yên li Imraliyê jî nayê standin.

Şandeyê diyar kir ku di serî de mafê jiyanê, tenduristî û ewlehiyê derbarê girtiyan ne xwedî agahiyê ne û li ji bo vê jî ew bi fikarên kûr in.

Şandeyê ji CPT'yê ya bi ser Konseya Ewropayê ve, xwest ku serdana Imraliyê bike, ji bo rê li ber hevdîtinên bi Ocalan re vebe,  xwest ku zext li ser hikûmeta Tirk were kirin.

RAPORA CPT'YÊ KU BÛBÛ SEDEMA HELWESTAN

CPT'yê rapora dawî ya têkilî Imraliyê Adarê eşkere kiribû. Lê ev rapor a serdana Nîsana 2016'an bû. Li ser şertên berdest ên Ocalan ti tiştek tê de nebû.

Di raporê de hatibû gotin ti têkiliya Ocalan û girtiyên din bi derve re nîn e û ev fikaran bi wan re çêdike û ev rewş jî her ku diçe girantir dibe. CPT'yê bang li rayedarên Tirk kiribû ku dema bixwazin ji bo ku girtî malbat û parêzerên xwe bibînin, tevdîran bistînin. Li gel vê jî dewleta Tirk guh neda ti pêşniyarên raporê û bi cih neanî.

BIRYARA DMME'YÊ KU ÊŞKENCE JI NEDÎTÎ VE HAT

Piştî rapora derengmayî ya CPT'yê vê carê jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê mohra xwe li biryareke wiha da ku şertên li Imraliyê bi vê biryarê rewa nîşan dide. DMME'yê bi biryara xwe ya 27'ê Îlonê gotibû li Imraliyê êşkence li Ocalan nehatiye kirin. Lê ev biryar jî têkilî bûyereke beriya niha bi 10 salan bû. Serlêdan sala 2010'an hatibû kirin, ku 2008'an dema lêgerîna li hucreyê, êrîş biribûn ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefa kuştinê lê hatibû xwarin.

FIKAR ZÊDE BÛN

Ev serdema ku biryara DMME'yê ya ku rê li ber helwestan vekir û rapora CPT'yê di demeke wiha de ye ku tecrîda li ser Ocalan pir hatiye girankirin. Helwesta du saziyan jî, ya ku rewşa berdest venabêje, li şûna ku fikaran ji holê rake, zêdetir kir. Ji 2011'an ve bi ti awayî nayê hiştin ku Ocalan parêzerê xwe bibîne, ji Nîsana 2015'an ve bi cîhana derve re têkiliya Ocalan bi temamî qut bûye.