Şandeya Tevgera Azadî bi Nûrî Malikî re civiya

Şandeya Tevgera Azadî bi pêşengiya Hevserokê Tevgerê Mihemed Ebdulah bi Serokê Girseya Dewleta Yasa ya li Parlementa Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtinek pêk anî.

Şandeya Tevgera Azadî ku pêkhatibû ji Heverokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah, Endamên konseya Hevserokatiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed û Ronak Mecîd û Endamê Tevgera Azadî ya li Parlementa Iraqê Yosra Receb ji aliyê Serokê Girseya Dewleta Yasa û Serok Wezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li Qesra taybet ya wê partiyê ya li Bexdayê ve hat pêşwazîkirin.

Her du alî di nava atmosferekî germ û dostane li ser rewşa herêma Kurdistanê û nakokiyên di navbera Iraq û Herêmê de gotûbêj kirin. Her wiha di çarçoveya çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera Herêm û Iraqê de her du alî hemfikrin li ser vê yekê ku divê hemû alî li gorî destûra bingehîn ya Iraqê tevbigerin.

Dîsa di berdewamiya hevdîtinê de her du alî behsa herêmên bi nakok kirin, şandeya Tevgera Azadî di vê baweriyê de bû ku divê pêkhateyên wan navçeyan bi şêwazekî aştiyane bi hev re bijîn. Her wiha rexne li saziyên desthilatê yên li wan navçeyan girt ku li şûna çareserkirinê, pirsgirêkan kirine.

Mijareke din a wê civîna taybet hilbijartinên pêşerojê yên parlementoya Iraqê bû. Li gorî qenaeta her du aliyan divê hewl bê dayîn ku hilbijartineke pak û bê hîle pêk bê û komîsyona hilbijartinê jî serbixwe be.

Nûrî Malikî û şandeya pê re ji ber ku hêzeke xwedî mêyzandinekî cuda li Başûrê Kurdistanê dîtine kêyfxweşiya xwe ji bo dîtin û naskirina Tevgera Azadî anîn ziman. Her wiha diyarkirin ku prensîba bi hev re jiyankirin, demokrasî û xebatê opozîsyonê ya ku Tevgera Azadî ji bo xwe esas girtiye prensîbeke raste û divê hêzên bi vî rengî werin xurtkirin.

Her wiha di hevdîtinê de her du alî di wê baweriyê de bûn ku destwerdanên ji derve bandoreke xirab li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê çêkiriye, ji ber wê her du alî di vê qenaetê de bûn ku divê di navxweyî ya Iraqê de pirsgirêkên Iraqê werin çareserkirin.

Di dawiyê de jî her du alî kêyfxweşiya ji bo pêywendiyên bi vî rengî re anîn ziman û soz dan ku dema pêş jî civîn û pêywendiyên bi vî şêwazê bidomînin.